Messi ji bo cara heftemîn wek baştirîn lîstikvanê cîhanê hat xelatkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Lionel Messi ji aliyê kovara navdara Fransa “France Football” ve bi baştirîn lîstikvanê cîhanê yê sala 2021ê hat xelatkirin.

Li Parîsê îşev merasîma pêşkêşkirina xelata “France Football” hat lidarxistin û tê de Messi ji bo cara heftemîn di dîroka xwe de bi baştirîn lîstikvanê cîhanê yê sala 2021ê hat xelatkirin.

Kovara France Football hejmara dengên xelata “Topa Zêrîn”  (Ballon d'Or) belav kirin, yarîzanê Argentînî û yê PSG Linoel Messi 613 deng kom kirin, di pişt re yarîzanê Polandî û yê Bayern Munich robert Lewandowski 580 deng anîn.

Messi bi 7 topên zêrîn, rekora xwe wekî xwediyê xelatên herî zêde xurt kir û bi du topên zêr ket pêşiya rikaberê xwe yê herî nêzîk, Cristiano Ronaldo ku 5 caran ev xelata wergirtiye.

Messi di salên 2009, 2010, 2011, 2012, 2015, 2019 û 2021 de heft topên zêrîn bi dest xistin, di heman demê de Ronaldo di salên 2008, 2013, 2014, 2016 û 2017 de pênc topên zêrîn bi dest xistin.

Herwiha di merasîmê de, tîma Chelsea ku di sezona 2020-2021 de Champions League qezenc kir, xelata tîma herî baş a cîhanê wergirt.

Golparêzê Paris Saint-Germain Gianluigi Donnarumma jî, Xelata Yashin a golparêzê herî baş wergirt.

Yarîzana Barcelonayê Alexia Botias jî xelata Topa Zêrîn a Jinan wergirt.

Yarîzanê ciwan ê Spanî û yê Barcelona ​​Pedri jî, Xelata Baştirîn Lîstikvanê Ciwan di sala 2021-an de bi dest xist.