Tendirustiya Iraqê rê ji bo wergirtina daneya sêyem a vaksînê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê yê Iraqê rê ji bo wergirtina daneya sêyemîn a vaksîna Koronayê dide.

Li gor nivîseke Wezareta Tendirustiyê yê Iraqê, daneya sêyem a vaksînê ji bo kesên ku nexweşiyên wan ên demdirêj hene, kesên di ser 60 saliyê re û karmendên tendirustiyê tê dayîn.

Wezareta Tendirustiyê yê Iraqê tekez kir, vaksîna ku were dayîn, divê ji Rêxistina Tendirustiya Cîhanê ve hatine pesendkirin.

Diyar kir jî, eger kesekî pêştir du daneyên vaksîn ji cureyeke diyarkirî wergirtibe, ne pirsgirêk e ku daneya sêyem ji cureyeke din werbigire.

Wezareta Tendirustiyê yê Iraqê destnîşan kir jî, nabe navbera daneya duyem û ya sêyem, kêmtir ji şeş mehan be.