Kesayetiya Kurdperwer a Efrînê Cemîlê Êho koça dawiyê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Welatparêzê Kurd ê ji herêma Efrînê Cemaledîn Ehmed Sîdo (Cemîlê Êho) îro di temenê 79 saliyê de koça dawiyê kir.

Siyasetmedar, kesayetiya diyar ê Efrînê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Cemîlê Êho îro 6/12/2021ê li gundê Çêqilme yê Efrînê koça dawiyê kir.

Dr. Luqman Sîdo ku kurê Cemîlê Êho ye ji K24ê re got, bavê wî sala 1942an li gundê Çêqilme yê navçeya Raco yê ser bi Efrîna rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûbû, ji ciwaniya temenê xwe ve derbasî nav karê siyasî bû û yek ji nifşê nû bû ku tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bûbû. 

Diyar kir jî, bavê wî sala 1972an dema çûna wî ji bo beşdarî kongreya Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê li Başûrê Kurdistanê bibe, ji aliyê rêjîma Iraqê ve hatibû girtin û demekê di zîndanê de mabû.

Dr. Luqman got jî: Cemîlê Êho bi dirêjahiya temenê xwe her dem xizmeta gelê xwe dikir û ji ber kar û xebata xwe jî gelek caran hêzên rêjîma Sûriyê bi ser mala wî de girtibû, lê wî dikarîbû xwe bide aliyekî û neyê girtin.

Herwiha got jî: Hêzên çekdar ên ser Rêveberiya Xweser ve jî çend caran bi ser mala Cemîlê Êho de girtibûn û ew û kurên wî revandibûn û di êrîşekê de jî neviyê wî Şêrvan Sîdo hat şehîdkirin.