Asayişa Qamişlo hejmarek nivîskar û rojnamevan binçav kirin

Malbatên ku zarokên wan bi armanca biçekkirinê ji aliyê Rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin dest bi mangirtinekê kirin
Nivîskar Şemis Enter di demaa girtina wêneyên mangirtinê de - Tora civakî
Nivîskar Şemis Enter di demaa girtina wêneyên mangirtinê de - Tora civakî

Navenda Nûçeyan (K24) – Asayişa bajarê Qamişlo nivîskar Şemis Enter û hejmarek ji rojnamevnan binçav kirin.

Îro malbatên ku zarokên wan bi armanca biçekkirinê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li pêş nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo dest bi mangirtinekê kirin û daxwaza vegera zarokên xwe dikin.

Hêzên asayişa Qamişlo jî nivîskar û endama Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê Şemis Enter û hejmarek ji rojnamevan û çelakvanên ku romala mangirtinê dikin, binçav kirin.

Heta niha çarenivîsa kesên hatine binçavkirin ne diyar e.

Li gor zanyariyan jî, hêzên asayişê hemû riyên diçin cihê mangirtinê girtine û rê nadin welatî tevlî mangirtinê bibin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger ser bi Rêveberiya Xweser ve ye û pêştir çendîn caran ciwanên Kurd revandibûn û biçek kiribûn. Kiryarên vê tevgerê jî rastî gelek nerazîbûna xelkê Rojavayê Kurdistanê.

Berî çend Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiribû ku di dema borî de zêdetir ji 15 zarokan ji aliyê rêxistina Ciwanên Şoreşger ve hatibûn revandin û çarenivîsa wan ne diyar e.

Di çend rojên borî de jî, malbatên zarokan bi armanca vegerandina zarokên xwe yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin, li bajrê Qamişlo û Amûdê xwe pêşan dabûn.

Mangirtina malbatên zarokên revandî - Tora civakî
Mangirtina malbatên zarokên revandî li Qamişlo - Tora civakî
Mangirtina malbatên zarokên revandî - Tora civakî
Mangirtina malbatên zarokên revandî li Qamişlo - Tora civakî