Nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka ve gihîşt Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka: Pêwendiyên taybet di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hene

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ji Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka Lloyd Austin ve gihîştiyê.

Di nameyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka tekezî li girîngiya berdewambûna pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka û hevahengiya ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê dike.

Di beşeke din a nameya Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka de hatiye: “Spasiya rola girîng a Pêşmerge di têkşikandina DAIŞê de dikin û bi rêz û pêzanînê ve qurbaniyên Pêşmerge yên di şerê li dijî DAIŞê de bi bîr tînin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka amaje bi wê de dike ku Amerîka berdewam dibe di hevkariya hêza Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Iraqê de ji bo rûbirûbûna teroristên DAIŞê, bi taybet di warê şêwirmendî û pevguhartina zanyarî û hewalgiriyê de.

Di dawiyê de, Wezîrê Berevaniyê yê Amerîka tekezî li wê dike, “Pêwendiyên taybet di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de hene li ser binemaya nirx û rêzgirtina hevbeş. Em pêşwaziyê li karê hevbeş a di navbera me her du aliyan de dikin. Spas ji bo pabendbûba we ya bi şirîkatîya girîng ya di navbera me de.”