Liverpool li AC Milan giran dike û ji Champions League dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpoolê mêvandara xwe AC Milan li mala wê têk bir (2 - 1) û ew ji Champions League derxist.

Şeva borî AC Milan di gera dawiyê ya komikan a Champions League de û di çarçova (Koma B) li staduima San Siro mêvandariya Liverpoolê kir û bi encama (1 - 2) têk çû.

Tevî ku bergirîkarê AC Milanê Fikayo Tomori gola tîma xwe di xuleka (29) tomar kir, lê Mihemed Selah û Divock Origi du golên Liverpoolê di xuleka (36 û 55) de tomar kirin.

Bi vê encamê, Liverpool bi 18 puanan karta yekem a qonaxa (16) a Champions League bi dest anî, AC Milan jî bi 4 puanan di dawiyê komê de cih girt û ji wê pêşbirkê derket.

Di lîstika din a hema komê de jî, Atletico Madrid li keleha Porto Dragao‏ bi encama (3 – 1) bir û bi () puanan karta duyem a derbasbûna bo qonaxa (16) bi dest xist.

FC Porto jî bi 5 puanan di rêza sêyemîn de cih girt û beşdarî Lîga Ewropayê "UEFA Europa league " bû.

Encamê komên din jî wiha bûn:

Koma A

Leipzig (2 - 1) Manchester City

Paris Saint-Germain (4 - 1) Club Brugge

Manchester City yekema komê û Paris Saint-Germain duyema komê derbasî qonaxa (16) bûn.

Koma C

Ajax (4 - 2) Sporting

Borussia Dortmund (5 - 0) Beşiktaş

Ajax yekema komê û Sporting duyema komê derbasî qonaxa (16) bûn.

Koma D

Shakhtar Donetsk (1 -1) FC Sheriff

Real Madrid (2 - 0) Inter Milan

Real Madrid yekema komê û Inter Milan duyema komê derbasî qonaxa (16) bûn.

Îro jî lîstikên komên (E, F, G, H) tên encamdan û hemû tîmên qonaxa (16) a Champions League diyar dibin.