Barcelona piştî têkçûna Bayern Munich ji Champions League derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona piştî têkçûna li hember mêvandarê xwe Bayern Munich (0 - 3) di qonaxa komikan de ji Champions League a Ewropayê hate derxistin.

Şeva borî di çarçoveya lîstikên (Koma E) a gera dawiyê ya qonaxa komikan de Bayern Munich li stadiuma "Allianz Arena" li Munchenê mêvandariya Barcelona kir û bi encama (3 - 0) jê bir.

Golên Bayern Munich bi riya Thomas Muller, Leroy Sane û Cemal Musila di xulekên (34, 43, 62) de hatin tomarkirin.

Bi vê encamê, Barcelona bi (7) puanan bû sêyemîna (Koma E) û ji Champions League derket.

Piştî 20 salan (2000-2001) ev cara yekem e Barcelona ji qonaxa komikan a Champions League ve derdikeve û dê beşdarî Lîga Ewropayê “UEFA Europa league” bibe.

Li hemberê Bayern Munich şeşemîn serkeftina xwe ya li pey hev bi dest xist û bi 18 pûanan di rêza yekem a komê de cih girt û ligel Benfica duyema komê hilkişiyan qonaxa (16) a heman pêşbirkê.

Benfica ku di heman komê de şeva borî mêvandariya Dînamo Kîev kiribû û bi encama (2 - 0) jê biribû û bû xwediya (8 xalan).

Encamên lîstikên din gera dawiyê ya Champions League:

Koma F

Atalanta – Villarreal: Ji ber barîna berfê hat paşxistin

Manchester United (1 – 1 ) Young Boys

Manchester United yekema komê derbasî qonaxa (16) bûn. Duyema komê jî piştî encama lîstika Atalanta – Villarreal diyar dibe.

Koma G

Wolfsburg (1 - 3) Lille

Salzburg (1 - 0) Seville

Lille yekema komê û Salzburg duyema komê derbasî qonaxa (16) bûn.

Koma H

Zenit (3 - 3) Chelsea

Juventus (1- 0) Malmo

Juventus yekema komê û Chelsea duyema komê derbasî qonaxa (16) bûn.