Firokeyeke şer a Tirkiyê baregeheke PKKê li Xanesorê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê da zanîn, firokeyeke şer a Tirkiyê baregeheke PKKê li Komelgeha Xanesorê ya ser bi Şingalê ve bombebaran kir.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, di encama wê êrîşa Tirkiyê li ser baregeha PKKê de, ti ziyaneke canî nebûye.

Roja 7ê vê mehê jî firokeyeke bê firokvan a Tirkiyê li Xanesorê otomobîla serkirdeyê de PKKê de Merwan Bedel (Dijwar) armanc girtibû û ew di êrîşê de hatibû kuştin.