Rûbirûbûnên agirîn di qonaxa 16 a Champions League de: Messi û Ronaldo

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo diyarkirina lîstikên (qonaxa 16) a Champions League ya Ewropayê, îro Duşemê li bajarê Nyon ê Swîsreyê pişk hate kişandin.

Di encamê de lîstikên dijwar derketin:

Paris Saint-Germain (Fransî) - Manchester United (Îngilîzî)

Benfica (Portugalî) - Real Madrid (Spanî)

Villarreal (Spanî) - Manchester City (Îngilîzî)

Atletico Madrid (Spanî) - Bayern Munich (Almanî)

Salzburg (Avusturyayî) – Liverpool (Îngilîzî)

Inter Milan (Îtalî) – Ajax (Hollandî)

Sporting Lisbon (Portugalî) – Juventus (Îtalî)

Chelsea (Îngilîzî) – Lille (Fransî)

Vê carê 4 bûyerên awarte rû dan, ji ber ku tîma Katalonî, Barcelona ​​piştî 21 salan ji bo cara yekem derveyî qonaxa 16-an e. Herwiha Inter Milan piştî nebûna 10 salan vegeriya vê qonaxê.

Wek her car her du stêrk Lionel Messi û Cristiano Ronaldo dê amade bin, lê ne Barcelona û Real Madrîd re, lê belê bi du tîmên din. Her wiha vê carê “avantaja gola li derve” ya ku 56 sal in tê meşandin, êdî wê nemîne.

Ger her du tîm di her du lîstikan de wekhev bin, ew ê rasterast biçin dema zêde, bêyî ku avantaja gola li derve were hejmartin.

Lîstikên qonaxa 16:

Gera Çûnê dê rojên 15, 16, 22 û 23ê Sibata 2022an de bêne lîstin.

Gera Hatinê, dê rojên 8, 9, 15, 16 Adara 2022an bêne lîstin.

Dîroka kişandina pişka çaryek-fînalê: 

Piştî diyarkirina nasnameya serkeftiyên qonaxa 16, UEFA dê pişka çaryek-fînalê roja Înê, 18ê Adara 2022an were kişandin.

Lîstikên qonaxa 16
Lîstikên qonaxa 16