Encamên tîrûpişka duberekirî yên (Qonaxa 16) a Champions League

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo diyarkirina lîstikên (Qonaxa 16) a Champions League ya Ewropayê, îro Duşemê li bajarê Nyon ê Swîsreyê tîrûpişk hate kişandin. Lê piştî ku şaşîtî di kişandina tîrûpişkê de rû da, careke din hate duberekirin û lîstikên vê qonaxê dê wiha bin:

Salzburg (Avusturyayî) – Bayern Munich (Almanî)

Sporting Lisbon (Portugalî) – Manchester City (Îngilîzî)

Benfica (Portugalî) – Ajax (Hollandî)

Chelsea (Îngilîzî) – Lille (Fransî)

Atletico Madrid (Spanî) – Manchester United (Îngilîzî)

Villarreal (Spanî) – Juventus (Îtalî)

Inter Milan (Îtalî) – Liverpool (Îngilîzî)

Paris Saint-Germain (Fransî) – Real Madrid (Spanî)

Di vê çapa nû de, “avantaja gola li derve” ya ku 56 sal in tê meşandin, êdî wê nemîne. Anku eger her du tîm di her du lîstikan de wekhev bin, ew ê rasterast biçin dema zêde, bêyî ku avantaja gola li derve were hejmartin.

Lîstikên qonaxa 16:

Gera Çûnê dê rojên 15, 16, 22 û 23ê Sibata 2022an de bêne lîstin.

Gera Hatinê, dê rojên 8, 9, 15, 16 Adara 2022an bêne lîstin.

Dîroka kişandina pişka çaryek-fînalê: 

Piştî diyarkirina nasnameya serkeftiyên qonaxa 16, UEFA dê pişka çaryek-fînalê roja Înê, 18ê Adara 2022an were kişandin.