ENKS: Ciwanên PYDê nivîsgeha ENKSê li Dirbêsiyê şewitandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşî ser merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê li bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê kir û Nivîsgeha ENKSê şewitandin.

Navenda Ragihandinê ya ENKSê belav kir, “Ciwanên Şoreşger a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), piştî merasîma pîrozkirina Roja Alan Kurdistanê êrîşî ser Nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li bajarokê Dirbêsiyê kir û şewitandin.m

Navenda Ragihandinê ya ENKSê da zanîn, wê grûpê li endamê Xwecihiya ENKSê li Dirbêdiyê Nîzamedîn Elîko dan.

Îro 17/12/2021ê bi boneya Roja Ala Kurdistanê, ENKSê merasîmên bilindkirin û pîrozkirina Ala Kurdistanê li hejmarek bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê li dar xistin.