ENKS daxwazê ji HSD û Amerîka dike sînorekê ji kiryarên “Ciwanên Şoreşger” re deynin

ENKS: Grûpa (Ciwanên Şoreşger) a ser bi PKKê ve êrîşî xelkê sivîl kirin û li wan dan û nivîsgeha me şewitand

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) derbarê êrîşa ser merasîma pîrozkirina Roja Ala Kurdistanê û şewitandina nivîsgeha ENKSê li Dirbêsiyê de daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê rawestînin.

Sekreteriya Gişî ya ENKS di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku gelê me bi awayekî aştiyane û şaristanî li pêş nivîsgehên ENKSê Roja Ala Kurdistanê pîroz dikir, grûpa (Ciwanên Şoreşger) a ser bi PKKê êrîşî xelkê sivîl kirin û li wan dan û hejmarek ji wan birîndar bûn, çalakvan Nîzamedîn Elîko ji ber giraniya birîna serê wî de, ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin.”

Sekreteriya Gişî ya ENKSê diyar kir jî: “Wê girûpa bê kontrol jî molotofek avêt baregeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Dirbêsiyê û bi temamî şewitand.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em van kiryarên tirsandinê yên bûne gef û metirsî li ser jiyana welatiyên me, bi tundî şermezar dikin û tekez dikin ku ev kiryarê dê me ji berevanîkirina li doza gelê Kurdî ne û naskirina mafên wî yên netewî di çarçoveya çareseriyeke siyasî ya berfireh a kirîza Sûriyê de nade aliyekî.”

Sekreteriya Gişî ya ENKSê ENKSê daxwaz ji Fermandariya HSD, Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî kir, van kiryarên tundûtûjiyê yên li dijî gel rawestînin û hesab ji encamderên wan bipirsin.”