PDK-S hevxemiya li gel malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê nîşan dide

Komîteya Navendî ya PDK-Sê peyamek derbarê lehiya Hewlêrê de, arasteyî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) hevxemiya li gel malbatên qurbaniyên lehiya Hewlêrê nîşan dida sebir û aramiyê ji wan re hêvî dike.

Komîteya Navendî ya PDK-Sê peyamek derbarê lehiya Hewlêrê ya ku tê hejmarek kesan canê xwe ji dest dane û bûye ziyanên madî yên mezin, arasteyî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Komîta Navendî ya PDK-Sê di peyama xwe de dibêje: “Bi xemgîniyeke mezin me nûçeya karesara xwezayî ya bi ser Herêma Kurdistanê (Hewlêra Paytext) de hatiye bihîst ku tê de 12 kes bûn qurbanî û ziyanên madî yên mezin gihîştin avahî, otomobîl, rê û pireyan.”

Herwiha di peyamê de hat: “Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriyê, em xem û karesatên vê êşa mezin bi we re parve dikin û bi riya we re sersaxiyê li gelê Kurdistanê û bi taybet li malbatên şehîdan dikin, ji Xwedêyê mezin daxwaz dikin şehîdan di bihuşta perîn de şad bike û sebir û aramiyê ji malbatên wan re dixwazin.”

Şeva 17/12/2021ê hata siba roja din li Hewlêrê bareke xurt barî û lehî li çend navçeyên Hewlêrê rabû ku di encamê de ji bilî ziyanên madî, 12 kesan canê xwe ji dest dan.

Parêzgarê Hewlêrê Omêde Xoşnaw derbarê ziyanên madî de diyar kiribû: “Bi giştî, ziyanên madî yên lehiyê bi 21 milyar Dînaran tên texmînkirin.”