Mehmet Ok ê 76 salî bi werzîşê xwe ji nexweşiya dil rizgar dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê welatiyê bi navê Mehmet Ok ê 76 salî ku bi nexweşiya dil ketiye û ji ber temenê wî neştergerî jê nayê kirin, bi werzîşê xwe bi jiyanê ve girê dide û 2 sal in qet berê xwe nedaye nexweşxaneyê.

Mehmet Ok. 76 salî ye. Li Diyarbekirê dijî. 2 sal berê diçe bijişk û bijişkê wî dibêjê ew bi nexweşiya dil ketiye û divê emeliyat bibê. Lê ji ber ku temenê wî bilind e metirsiyek zêde hebû ku ew ji emeliyatê dernekeve. Lê bijişk jê re dibêjê, tenê ew bi werzîşê dikare bigihîje tendirustiya xwe û ew jî dest bi werzîşê dike. Pêşiyê li kolan û parqan werzîşê dike û paşê jî ew bi rêkupêk diçe eywana werzîşê û tevî temenê xwe yê bilind tevgerên ku ciwan jî bi zehmetî bikin dike û dibêje enerjiya wî ya bo werzîşê qet naqede û ew ji werzîşê têr nabe.

Mehmet Ok ji K24ê re got: “Ez nexweş bûm, qelbê min û çokê min çîk didan. Doktor got “divê emeliyat bibî lê ji berk u pîrî nikarim te emeliyat bikim.” Lê got divê sporê bikî. Ez jî fikirîm û min dest bi sporê kir.”

Mehmet Ok di bin çavdêriya mamosteya werzîşê de li eywana werzîşê her 7 rojên heftiyê xebatên xwe didomîne. Mamosteya Werzîşê Zelal Avînç dibêje 2 hezar endamên wan hene û endamê wan ê herî pîr ew û herkes ji wî hes dike.

Mamosteya Werzîşê Zelal Avînç dibêje: “Dema hat vê derê ciwanên vê derê û mamosteyên vê derê her kes şaş man. Sporê gelek baş dike. Em piştgiriya wî dikin. Em jê hes dikin. Bila herkes sporê bike.”

Mehmet Ok ê 76 salî her roj berê xwe dide werzîşê û ji dema dest bi werzîşê kirîve tendirustiya wî jî her ku diçe baştir dibe û dide zanîn ku berê ji laşe wî êş kêm nedibû lê niha ew xwe wek ciwanekê dihesibîne.

Mehmet Ok diyar dike: “Piştî ku min dest bi sporê kir êş ji laşe min derket. 2 meh in ez têm vê eywanê her tişt gelek baş dimeşe.”

Mehmet ok di eywana werzîşê de hewil dide hemû cureyên tevgerên werzîşê bike û dibêje heta ku temenê wî û enerjiya wî têr bike ew ê werzîşê bike û bang dike ku her kesek divê di jiyana xwe de cih bide werzîşê bi teybetî di temenên bilind de sûda werzîşê baştir tê dîtin.