HAK-PAR: Roboskî, rûreşîya serdemê ye

HAK-PAR: Dewlet heta ku vê bûyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdar e, qisûrdar û rûreş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Nivsîgeha Rageyandin û Çapemenîyê ya Partiya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) bi boneya 10emîn salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, “Dewlet heta ku vê bûyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdar e, qisûrdar û rûreş e.”

Daxuyaniya – Nivsîgeha Rageyandin û Çapemenîyê ya HAK-PARê:

Ji vir berî deh sala, hêzên hewayîyên dewletê bi fermana fermandarên fermîyên dewletê 34 niştecîyên Kurd bombebaran kirin û kuştin. Qaşo gotin ku me van kesan PKK’yî hesibandîye ku lewra ew di wê rêya ku PKK têde hatûçû dike de derbas dibun. Dewletê tenê bi vê sedemê 34 gundîyên bêguneh qetil kir. Vaye deh sale ku buyera ROBOSKê hê jî zelal nebuye, nehatîye ronî kirin.

Roboskî rûyê reş ê dewletê ye. Roboskê rûreşîya serdem e. Berpirsê Roboskê devleta Turk a reş û tarî ye. Dewlet heta ku vê bûyerê bi tevahî ronî neke û kirdarên Roboskîyê dadige neke, sucdar e, qisûrdar û rûreş e. Eger Dewleta Turk dixwaze ku xwe ji bin vê rûreşîyê xilas bike, dive rojek zûtir ji malbatên kuştîya lêborîn bixwaze û xwe ji vê xendeqê rizgar bike. Dewlet lazime tezmînatê bide binemalên mexdûrên Roboskîyê. Bi gef û golan, bi şirove û derewan dewlet ji berpirsîyarîya xwe nafelite.

Lewra Roboskî şermezarîya serdem e.

Roboskî, dewama feraseta Dêrsim, û buyera Muğlali a Ozalpê ye.

Hetanî niha gelek buyer û rûdan û qewmîn û serhildan di Kurdistanê de çêbune. Lê Gelê Kurd hê jî li benda çarelêkirina maf û berjewendîyên xwe yên netewî ye. Gelê Kurd îro jî çaverêyê azadî û demokrasiyê ye. Ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd, kiryar û operasyonên leşkeri ne hewce ye. Lazime devlet dev ji vê sîyaseta kevnare berde, xwe ji fêm û fereseta kor rizgar bike.

Eger dewlet dixwaze ku ji bo xêra Kurdan tıştekî bike, ya bixêr ew e ku rojeke zûtir vê siyaseta xwe a ku dîlgirtîyê feraseta xwe a kevnare ye, berde. Rêya çareserkiriê gotûbêj e, diyalog û hevdîtin e. Lazime ku dewlet, bi hemu nûner û hêzên Kurdistanî yên aştixwaz û demokrat re, rûne û bi şêwazek aştîyane li ser çarelêkirînek mehqûl hevdengîyek pêk bîne. Hevdîtin û gengeşîyên aştîyane derîne rojevê. Lazime dewlet bi şêwazeke nu, di warê çareserîyê de, rêya şer û pevçûnan bi yekcarî bigre.

Partîya Maf û Azadîyan / HAKPAR, di dehsaliya xwede, buyera Roboskîyê bi tundî riswa û şermezar dike.

HAK-PAR, kuştîyên buyera Roboskîyê bi rêz û hirmet yad dike.