WHO: Omicron gelek bilez belav dibe

Rayedarên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) li ser cûreya Omicronê hişyarî didin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarên Rêxistina Tendirustiya Cîhanî (WHO) radigihînin; Omicron gelek bilez belav dibe, lê belê eger vaksîn hatibe wergirtin, dibe ku gelek xeternak nebe.

Seroka Çavdêriya Tendirustiya Razandinê ya WHO Janet Diaz ragihand; lêkolînên nû derxistin holê ku razandina li nexweşxaneyan ji ber Omicronê, li gor cûreya Deltayê kêmtir e.

Janet Diaz diyar kir; dibe ku nîşaneyên pêketina bi Omicronê di xortan de kêmtir hebin.

Li ser vê mijarê, Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Cîhanî Tedros Adhanom li Cinêvê ji rojnamevanan re diyar kir: “Kesên vaksîn wergirtine, nîşaneyên Omicronê di wan de kêmtir xuya dike û metirsiya vîrusê li ser wan kêmtir e.”