Serok Barzanî û şanda HAK-PARê rewşa siyasî ya partiyên Kurdî gotûbêj kirin

Di hevdîtinê de tekezî li ser aştîxwazî û zimanê diyalog û çareseriya medenî kirin.

Hewlêr (K24) - Serok Mesûd Barzanî êvara şemiyê 8ê Çileya 2022yan li Selaheddîn pêşwaziya şandeke Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) bi serokayetiya Serokê Giştî yê Partiya Maf û Azadiyan Latîf Epozdemîr kir.

Di hevdîtinê de ronahî xistin li ser rewşa siyasiya Tirkiye bi giştî û rewşa Kurd û partî û rêxistinên Kurdî yên li Tirkiye û peywendiya di navbera wan bi taybetî kirin.

Her di vê hevdîtinê de tekezî li ser aştîxwazî û zimanê diyalog û çareseriya medenî û herwiha peywendiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û partiyên Kurdî yên Tirkiyê kirin.