Ji Hak-Par û Egitim-Senê banga hilbijartina dersên kurdî yên bijarte dikin

Diyarbekir (K24) – Partiya Maf û Azadiyan (Hak-Par) û Sendikeya Perwerdeyê li Diyarbekirê bi civînên çapemeniyê bang li xwendekar û malbatan kirin ku bila dersa bijare ya zimanê kurdî bibijêrin. Sendîqeya Perwedê dibêje astengî pêşiya hilbijartina derse de hene, partiyên siyasî dibêjin gavek biçûk be jî girîng û pêkan e mezin bibe.

Bangên bo hilbijartina Dersa Zimanê Kurdî ya Bijare didomin. Di vê çarçoveyê de rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bang li malbatan û xwendekaran dikin ku bila li zimanê xwe xwedî derbikevin. Partiya Maf û Azadiyan Hak-Parê jî li Diyarbekirê derbarê Dersa Bijare Ya Zimanê Kurdî de civînek çapemeniyê li dar xist. Serokê HakParê yê Şaxa Diyarbekir Vasif Kahraman di civînê de amaje kir ku li Bakurê Kurdistanê bişaftin her ku diçe kûr dibe û hember bişaftinê wek helwest bila malbat û xwendekar xwedî li Kurdî derbikevin û dersa zimanê Kurdî bibijêrin ku ev yek derfeteke wisa ye ku dikare bo pêşerojê destkeftên nu bi xwe re bîne.

Serokê Hak-Parê yê Şaxa Diyarbekir Vasif Kahraman ji K24ê re got: “Ev ne derfeteke biçûk e, dikare derfetên mezin bi xwe re bîne. Ji ber wê em bang dikin ku bila malbat dersa zimanê Kurdî bibijêrin da ku zarokên kurdan bi zimanê xwe perwerdê bistînin û fêrî zimanê xwe bibin.”

Derbarê dema hilbijartina Dersa Bijare Ya Zimanê Kurdî de û şêwaza hilbijartinê de jî Sendîqeya Perwerdeyê EgîtîmSenê jî bi civînek çapemeniyê bal kêşand ku astengî li pêşiya hilbijartina dersa zimanê kurdî de hene. Rêveber Fesîh Zîrek anî zimên ku gelek caran ji ber neyîna mamosteyan li gorî xwesteka gerînendeyan dersen xwendkaran tên bijartin.

Rêveberê Egîtîm-Senê Fesîh Zîrek dibêje: “Dema wê de pirsgirêk heye. Niha dibijêrin û 8 meh şun de ders dest pê dikin. Pêwîste beriya perwerdê ders were bijartin û plansazî gor wê were kirin. Neyîna mamosteyan û serîlêdana kêm wek hêncet tê nîşandan û gerinende li gorî xwesteka xwe dersen din xwendekaran dibijêrin.”

Pêvajoya bijartina Dersa Zimanê Kurdî Ya Bijare di 3êyê Rêbendanê de dest pê kir û dê heta 21ê Rêbendanê bidome. Di sala 2021an de bo Dersa Zimanê Kurdî 3 mamoste tenê tenê hatibûn peywirdarkirin û di dawiya vê mehê de dê 15 hezar mamoste werin peywirdarkirin ku cihê mereqê ye gelo dê Dersa Zimanê Kurdî öend mamoste werin peywirdarkirin.