ENKS û şandeke Amerîkî mafên kêmîneyan û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê gotûgêbêj dikin

Şandeke Serokatiya ENKSê bi Seroka Komîsyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya Amerîkî civiya
Şanda ENKSê û Seroka Komîsyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya Amerîkî Nadine Mainza
Şanda ENKSê û Seroka Komîsyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya Amerîkî Nadine Mainza

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ligel Seroka Komîsyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya Amerîkî civiya û di civînê de behsa mafên kêmîneyên olî li Rojavayê Kurdistanê û rewşa Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî hate kirin.

Sekreteriya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, şandeke Serokatiya ENKSê roja 14/1/2022an li Qamişlo bi Seroka Komîsyona Navdewletî ya Azadiya Olî ya Amerîkî Nadine Mainza û şanda pê re civiya.

Di daxuyaniyê de hat gotin, Nadine Mainza di civînê de li ser astengiyên li pêşiya lidarxistina hilbijartinên demokratîk li herêmê, rewşa niha ya rûniştvanên wê û mafên kêmîneyên olî pirsî.

Şanda ENKSê piştevaniya xwe bo mafên kêmîneyên olî û netewî û xurtkirina nirxên pêkvejiyanê nîşan da û tekezî li ser girîngiya serxistina danûstandinên di navbera ENKS û PYNKê de kir ji bo gihiştina lihevkirinekê li ser mijarên curbicur, di nav de jî pêkanîna hilbijartinên azad û avakirina jîngeheke ewle ji bo wê.

Herwiha şanda ENKSê tekezî li ser nehîştina binpêkirinên li dijî ENKSê yên ku ji aliyê komên ser bi PYDê ve tên kirin, pêwîstiya vekirina deriyê Sêmalka ji bo berdewamiya karên mirovî û aborî û nehiştina sedemên girtina deriyê kir.

Herwiha şanda ENKSê behsa binpêkirinên mirovî û guhertina demografî yên li Efrînê, Serê Kaniyê û Girê Sipî tên kirin kir û bang li Amerîkayê kir ku bi rola xwe ya ji bo rawestandina van binpêkirinan bilîze û alîkariyan pêşkêşî xelkê bike.

Ji aliyê xwe ve, Seroka Komisyonê piştgiriya xwe ji bo rêveberiyeke demokratîk ku nûnertiya hemû pêkhateyan dike û vekirina deriyê Sêmalka nîşan da.