Real Madrîd li Siûdiyê Kupaya Super a Spanyayê hilgirt

Real Madrid
Real Madrid

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîd di fînala Kupaya Super a Spanyayê de, bi du golên paqij Athletic Bilbao têk bir û ji bo cara 12emîn bû qehremana vê pişbirkê.

Fînala Kupaya Super a Spanyayê duhî Yekşemê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê di navbera Real Madrîd û Athletic Bilbao de birêve û Real Madrîd bi encama (2 - 0) bi ser ket.

Golên Real Madrîd di xulekên (38 û 52) bi riya Luka Modric û Karim Benzema hatin tomarkirin.

Real Madrîd bi vê nasnavê hejmara kupayên xwe yên di Supera Spanyayê de derxist 12an û bi cudahiya yek nasnavê li pişt bi hevrika xwe ya kevneşop Barcelona (bi 13 nasnavan rekor digire) ma.

Di du lîstikên nîv-fînalê de, Real Madrîd (3 - 2) ji Barcelona biribû û Atletîko Bilbao jî (2 - 1) Atletico Madrîd têk biribû.