Lîsteya xelatên FIFA a “Herî Baş” a sala 2021ê

Navenda Nûçeyan (K24) – Federasyona Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) duhî Duşemê di merasimekê de ku li baregeha FIFAyê ya li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê hat lidarxistin, xwediyên xelatên “Herî Baş” ên sala 2021ê dabeş kirin.

Lîstikvanê Bayern Munchenê Robert Lewandowski xelata lîstikvanê “Herî Baş” ê cîhanê yê sala 2021ê de wergirt ku rikber di navbera wî û her du stêrkên din Lionel Messi û Mohamed Salah de bû.

Stêrka Barcelonayê Alexia Botias xelata lîstikvana “Herî Baş” a cîhanê di sala 2021ê de wergirt ku rikber di navbera wê û hevkara wê ya li Barcelonayê Jennifer Hermoso û lîstikvanê Chelsea FC Sam Kerr re de bû.

Golparêzê Senegalî Edward Mendy xelata golparêzê “Herî Baş” ê cîhanê di sala 2021-an de wergirt ku rikberî di navbera wî û golparêzê Îtalî Gianluigi Donnarumma û golparêzê Almanya Manuel Neuer de bû.

Golparêza Şîliyî Christian Endler di sala 2021-an de xelata golparêza “Herî Baş” a cîhanê wergirt.

Lîstikvanê Argentînî û tîma Tottenham Hotspur a Îngilzî Erik Lamela Xelata Puskas a gola herî baş a cîhanê di sala 2021-an de wergirt.

Rahênerê Almanî Thomas Tuchel xelata rahênerê“Herî Baş” ê cîhanê yê sala 2021ê wergirt, ku rikberî di navbera wî û rahênerê Man City Pep Guardiola û rahênerê tîma neteweyî ya Îtalyayê Roberto Mancini de bû.

Rahênera Chelsea Emma Hayes xelata Rahênera Jinê ya “Herî Baş” ya FIFA ya sala 2021an wergirt.

Xelata Fansên Herî Baş a sala 2021ê, di merasima FIFA de ji cemawerê Fînlandiya û Danîmarkayê re hat.

Lîsteya Tîma Salê ya Mêran a FIFA 2021:

Golparêz: Gianluigi Donnarumma, Îtalya

Xeta parastinê: David Alaba - Ruben Diaz - Leonardo Bonucci

Ji bo xeta navîn: Jorginho - N'Golo Kante - Kevin De Bruyne

Ji bo xeta êrîşê: Cristiano Ronaldo - Erling Haaland - Robert Lewandowski - Lionel Messi.

Herwiha Stêrkê Portugalî Cristiano Ronaldo, bi xelateke taybet ji FIFA ve hat xelatkirin, wek baştirîn golkarê hilbijardeyên netewî bi 115 golan ku ket pêşiya lîstkavê Îranî Elî Daî bi 109 golan.

Lîstikvana Kanadî Kristen Sinclair xelateke taybet wergirt ji bo şikandina rekora navneteweyî ya herî zêde golên navneteweyî tomar kirine ku wê di 308 lîstikan de, 108 gol tomar kirine.