Li Kerkûkê êrîşî ofîsa Şaxewan Ebdullah kirin

Bi bombeya destan êrîşî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah hat kirin.

Kerkûk (K24) – Li taxa Rehîmawa ya bajarê Kerkûkê bi bombeya destan êrîşî ofîsa Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah hat kirin.

Nûçegihanê K24ê ragihand; ji ber êrîşê zirarên maddî gihîştine ofîsê, zirar negihîştiye canê ti kesî.

Li bajarê Kerkûkê ofîseke taybet a Şaxewan Ebdullah heye ji bo karûbarên welatiyên bajêr.

Ev êrîş piştî wê yekê tê, ku di çend rojên borî de bi narincokan êrîşî ofîsên Hevpeymaniya Ezm û hêzên nêzîkî Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî hat kirin.

Şaxewan Ebdullah roja 9ê vê mehê di rûniştina ewil a Parlamentoya Iraqê de bi piraniya dengên parlamenteran, weke cîgirê duyem ê Serokê Parlamentoyê hat hilbijartin.

Di hilbijartinên 10ê Cotmehê de Şaxewan Ebdullah namzedê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Kerkûkê bû û piraniya dengên xelkê bajêr bi dest xist.