Ziman yê me teva ye

Kurd24

Ev çend heftî ye ku li dever û qadên curbicur, helmet û qampanyayeke bilez û bez û bêsekin didome. Bêguman ev tevger di dilê her Kurdekî de çireya hêviyê pêdixe. Kesayet, dezgeh û sazgehên Kurdan her yek ji aliyekî pêşevaniya karekî girîng dikin. Li Tirkiyê, li mekteban bo xwendekarên zarok dema hilbijartina ders û waneyên bijarte dest pê kiriye. Di navbeyna 3-21ê meha Çileyê (ocax) de xwendekarên mekteba navîn waneyên bijarî dê hilbijêrin. Ev wext hetanê 7ê Sibatê hat dirêjkirin. Di nav dersên bijarî de zimanê Kurdî (Kurmancî-Zazakî) jî tê de heye. Ji loma ev pêvajo bo Kurdan jîngiringî ye. Bi saya vê zarokên Kurdan zimanê xweyî xwezayî dê bêtir xweş fêr bibin û dê bikaribin binivîsinin jî. Jixwe zimanek heta di devê zarokan de hêlîna xwe çê neke nikare xwe bigihîne dahatûyê. Li ser vê heqîqetê bawer im tu gumanek tune ye. Ji kesayet û dezgehên Kurdan ku têgihiştîne vî rastiyê, vê pêvajoyê wekî firsendekî dibînin û ji dil bo hilbijartina waneyên Kurdî bangewazî li mal û malbatên Kurdan dikin.

Peywend, Nûbihar, Avesta, Hîvda, Lorya u hwd. weşanxaneyên Kurdan di vî warî de bêguman xebateke xurt meşandin. Dîsa Kurdistan24, TRT Kurdî, Rûdaw û hwd. televîzyonên Kurdan jî xweş ber xwe dan û hîna jî ber xwe didin. Ji aliyê din hîzb û partiyên Kurdan wekî HDP, HUDAPAR, PAK jî bangewazî kirin û berpirsiyariya xwe ya li ser vê pirsê nişanî raya giştî dan. Baroyên herêmê wekî Baroya Diyarbekirê, Mêrdînê, Elihê, Rihayê, Wanê u Şirnexê beyanatên xwe yên derbarê hilbijartina waneyên bijarî li ser çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin. Rêxistina Sivîl HEZKURD jî heqê wê heye. Wê jî xurtxebatên xwe nîşan kirin.

Beranberê kesayet û dezgehên Kurdan çend kesayet û dezgehên Tirkan jî bi vî awahi bangî dê û bavan kirin. Wekî serokê Gelecek Partisi û rayedarên wê yên herêmî (Hizba Pêşerojê), serokê Deva Partisi u rayedarên wê yên herêmî (Hîzba Devayê), Alîkarê serokê Ak Partî û rayedarên wê yên herêmî (Hizba Akp), rayedarên CHPyê di beyanatên xwe de bo hilbijartina waneyên Kurdî bangî raya giştî kirin û piştgiriya vê hilmetê kirin.

Zimanê Kurdî jî wekî zimanên herêmê yên din zimanekî serbixwe, dewlemend û dîrokî ye. Heta zanista dîrokî dibêje ku Kurdî li vî erdnigariyê zimanê herî kevn û qedîm e. Kurdî ya me teva ye. Em li ser vê axê, li ser vê erdnigariyê gelên ku dijîn teva ne. Mebesta min ya ji “em”ê gelên heremê giştî ye. Ji ber wê hawê Kurdî ne tenê malê Kurdan e, malê gelên heremê teva ye. Divê ji ber ku Kurd xwediyê xwezayî yê vê axê ne, ewil gelê Kurd, bi dû re jî gelên heremê yên din xwedî li Kurdî derkevin. Lewra Kurdî bo heremê gencîneyek e. Kurdî bendeke û mirovahî pê digihêje derûniya îlmî u dîrokî. Kurdî mifteha zanîna qedîm e. Li ser vê axê gellek millet hatin û çûn. Her yekî mîrat û mîraseke bêhempa bi dû xwe hiştin. Diyar e ku mîrat bi ziman digihêje zemanê bi dû xwe. Zimanê Kurdî bo vê yekê roleke girîng di xwe de vedişêrîne. Kurdî, ji Avestayê pê de hetanê îro kitêbên ku di hundirê xwe de ilm u îrfan dihebînin, deriyê teva li rûyê zanayê xwe vedike. Kurdînezanîn teqez ji van gencîneyan jêmayîn e. Loma ne tenê zarokên Kurd, zarokên gellên heremê yên din jî divê bi Kurdî fêr bibin. Jixwe ji aliyê ziman ve hemwelatiyên Tirkiyê pir qels in. Exlebê Tirkan bi zimanê Tirkî wekî din bi zimanekî din mixabin nizanin. Zarok, ji pola çarem heta pola diwazdeyem waneya İngîlîzî dixwînin lê digel evqas dersdîtinê dîsa jî fêrî zimanê Îngîlîzî nabin. Ji bo fêrbûnê pêwîste ku dersên taybet jî bixwînin. Ev rastî kêmanî ya Tirkiyê ye. Sedema vê rewşê, mantalîteya desthilatdariyê bixwe ye. Mantalîteya wê bê zimanê Tirkî zimanekî din qebûl nake. Ev yeka ketiye binhişmendiya wê. Waneya Kurdî ji bo girtina vê kêmasiyê dê bibe destpêk. Ji ber vê ji Kurdan bêtir divê Tirk li vê pêvajoyê xwedî derkevin. Da ku ji vê mentalîteya xwe ya xirab xelas bibin. Wekî li jor jî me nişan da ji bo waneyên Kurdî bangewaziya çend partiyên Tirk merheleyeke girîng e. Ne tenê ji bo Kurdan bes ji bo Tirkan jî. Bi rastî jiyan bi Kurdî têr tije ye, bi Kurdî xweş e!