Putin serdana Tirkiyê dike

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwendina ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû kirin qebûl kir.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwendina ku ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ve hatibû kirin qebûl kir û dê serdana Tirkiyê bike.

Koşka Kremlînê ragihand; Putin serdana Tirkiyê dike. Di daxuyaniyê de li ser dîroka serdanê de ti zanyariyên hûr nehatine dayîn, tenê tê gotin ku plansazî li gor rewşa Koronayê tê kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan duh 26ê Çileya 2022yan ragihandibû ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin vexwendine Tirkiyê û gotibû: “Em dixwazin li welatê xwe ligel wî hevdîtineke dualî bikin û hinek gavan biavêjin.”

Erdogan 29ê Îlona 2021ê serdana Rûsyayê kiribû û li Soçiyê ligel Serokê Rûsyayê Vladimir Putin civiyabû.