Tunis di çarîk-fînalê de têk diçe û xatir ji Kupaya Afrîkayê xwast
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Netewî ya Tunisê di çarîk-fînala Kupaya Neteweyên Afrîqayê de li hember Burkîna Fasoyê têk çû û ji pêşbirkê derket.
Di xwest û di çarîk-fînala Kupaya Neteweyên Afrîqayê de Tunis û Burkîna Faso rûbirûyî hevdu bûn û Burkîna Faso bi encama (1 – 0) bi ser ket û gihîşt qonaxa nîv-fînalê.
Gola tekane ya Burkîna Faso di xuleka (45+2) de bi riya lîstikvam Dango Ouattara hat tomarkirin.
Bi vê encamê Burkîna Faso dê di nîv-fînalê de dê rûbirûyî serketiya ji lîstika Senegal û Gîneya Ekvatorîal bibe.
Di lîstikeke din a qonaxa çarîk-fînala Kupaya Neteweyên Afrîqayê de, îro demjimêr 18:00 hilbijardeyên Misir û Mexribê dê rûbirûyî hevdu bibin.
Kameron ji 9ê Çile heta 6ê Sibatê mazûvaniya 33emîn Kupaya Neteweyên Afrîqayê dike.