Mihemed Salah Misirê digihîne nîv-fînala Kupaya Neteweyên Afrîqayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Misrê bi encama (2-1) hevtayê xwe yê Mexribî têk bir û derbasî nîv-fînala Kupaya Neteweyên Afrîqayê de bû.

Hilbijardeya Mexribê di xuleka (6) de, bi penaltiyekê ku ji aliyê Sofiane Boufal ve hat avêtin, zû bi pêş ket.

Hilbijardeya Misirê di xuleka 53an de bi riya stêr û kaptanê xwe Mihemed Salah encam wekhev kir.

Piştî dema lîstikê ya bi (1-1) qediya, her du tîm derbasî du demên din bûn ku tê de Mihemed Salah di xuleka (100) de assistek da Mehmûd Hesen Trezeguet û wî jî gol tomar kir.

Tîma Misrê bi vê serketinê derbasî nîv-fînala Kupaya Neteweyên Afrîqayê bû dê di wê qonaxê de rûbirûyî Kameronê mazûvana vê kupayê bibe.

Kameron ji 9ê Çile û heta 6ê Sibatê, mazûvaniya 33emîn Kupaya Neteweyên Afrîqayê dike.