Senegal Kupaya Neteweyên Afrîkayê li ser hesabê Misrê bi dest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Senegal di dîroka xwe de yekem car nasnavê Kupaya Neteweyên Afrîkayê bi dest xist, piştî ku Misir di penaltiyan de têk bir.

Şeva borî di fînala Kupaya Neteweyên Afrîkayê de, hilbijardeyên Senegal û Misrê li Stadiuma Paul Biya ya li paytexta Kameron rûbibûyê hevdu bûn.

Piştî ku di dema orîjînal û dema zêde de tu kesî nekarî torên hevdu bihejînin. Hilbiajrtdeya Senegalê karî encama lîstikê bi penaltiyan (4-2) bi aliyê xwe ve bikşîne.

Bi vê yekê, Hilbijardeya Senegalê ji bo cara yekê di dîrokê de vî nasnavê Afrîqayê bi dest xist.

Hilbijardeya Misrê heft caran berê nasnavê Kupaya Neteweyên Afrîkayê bi dest xistibû, ev jî rekor e û ya dawî di sala 2010 de bû.