Pentagon: Ji bo Ukraynayê, hîn dem û cîh ji bo dîplomasiyê heye

Pentagon: Hîn dem û cîh ji dîplomasiyê re heye ta ku çareseriyekê ji krîza Ukraynayê re bibîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Pentagonê John Kirby dibêje, artêşa Amerîka di wê baweriyê de ye hîn dem û cîh ji dîplomasiyê re heye ta ku çareseriyekê ji krîza Ukraynayê bibîne.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) John Kirby di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê rewşa Ukraynayê de got: “Hîn dem û cîh ji bo dîplomasiyê heye.”

Berdevkê Pentagonê got: Rûsya bi hêsanî dikare bi vekişandina hin hêzên xwe ji sînorê bi Ukraynayê re, rageşiyê kêm bike.

Kirby bal kişand ser wê yekê jî, Rûsya bi berdewamî hêzê li başûrê Kirimê, li ser sînorê Ukraynayê û Belarusê belav dike, lê Pentagon gefên Rûsyayê yên rasterast li ser milê rojhilat ê NATOyê nabîne.

Ev di demekê de ye, ji ber aloziyên li ser Ukraynayê, Amerîkayê 3 hezar leşker şandin Polonda, Romanya û Almanyayê.

Herwiha welatên NATO'yê bi pêşengiya Amerîka çekan didin Ukraynayê û artêşa wê perwerde dikin.

Ji bilî Amerîkiyan, Brîtanya, Kanada, Fransa, Polonya, Tirkiye, Lîtvanya, Komara Çek, Bulgaristan, Romanya û Estonya bi mîlyaran dolar alavên leşkerî ji Ukraynayê re şandine.