Birîmo: PKK rê nade PYDê diyaloga Kurdî bibe serî

Birîmo: Heta PKKê bela xwe ji ser Kurdên Sûriyê veneke, Kurdên Sûriyê nikarin yekîtiya xwe ava bikin.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endemê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK-S) Nûrî Birîmo radigihîne, “PKK rê nade PYDê diyaloga Kurdî bibe serî.”

Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Nûrî Birîmo derbarê diyaloga Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de ji K24ê re ragihand, “PKK rê nade PYDê diyaloga Kurdî bike. Tevî ku Amerîka û kolana Kurdî jî fişar li PYDê dikin û me wek ENKSê jî gelekî nermî nîşan daye, ji bo em navmala Kurdî rêk bixin, lê PYDê şirîkatiyê qebûl nake, bi ser de jî mafên mirovan binpê dike, gelê me birçî dike, ofîsên ENKSê dişewitîne, kadroyên me binçav dike û ciwanan dibe leşkeriya neçar.”

Birîmo tekez kir jî, “Heta PKKê bela xwe ji ser Kurdên Sûriyê veneke, Kurdên Sûriyê nikarin yekîtiya xwe ava bikin.”

Li ser rola Amerîka di krîza Sûriyê bi giştî û pirsa Kurdî bi taybetî de, Birîmo got: “Yek ji sedemên derengmayîna dîtina çareseriyeke siyasî ji Sûriyê re, xemsariya Amerîka ye. Armanca Amerîka li Rojhilata Navîn, rûbirûbûna Çîn û Rûsyayê ye. Dosya Sûriyê niha zêdetir di destê dewletên herêmê yên wek Tirkiye, Îran, Rûsya û Îsraîlê de ye.”

Derbarê rewşa Sûriyê de, Birîmo got: “Rêjîma li Şamê hewl dide nîşan bide ku li deverên  wê de teror tune ye, berûvajî wê jî li deverên ku ne di bin kontrola wê de ye teror lê heye. Rêjîma heta astekê di wê yekê de jî serkeftî bûye.”

Derbarê helwesta ENKSê li ser rêjîma Sûriyê, Birîmo tekez kir: “Rêjîma Beis, rêjîmeke şovenist e û nabe Sûriye wek berî sala 2011an vegere. Em wek ENKS di nava opozîsyona Sûriyê de ne û herî dawî li kongreya Dewha ya opozîsyonê de, dîsa hat tekezkirin ku divê rêjîm bê guhartin.”