Fuad Husên: Pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di civînekê de ligel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar li perawîza Konferansa Asayîşê ya Munichê civiyan.
Di civînê de, Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ragihand, pêwîst e welatên cîran rêzê li serweriya Iraqê bigirin û aramiya Iraqê bingeha aramiya navçeyê ye.
Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, girîng e hevahengiya ewlehiya me ligel Iraqê hebe.
Konferansa Asayîşê ya Munichê duhî 18ê Sibata 2022an bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmarek ji serok û berpirsên pilebilind ên welatên cîhanê dest pê kir.