Chelsea gavek ber bi çarîk-fînala Champions League ve avêt

Navenda Nûçeyan (K24) – Chelsea bi ser Lille ket û gavek ber bi çarîk-fînala Champions League ve avêt, Villarreal jî wekheviyê li Juventusê ferz dike.

Di gera yekem a qonaxa 16 a Champions League de, şeva borî Chelsea Lille kir û bi encama (2 - 0) bi ser ket.

Golên Chelsea bi riya Kai Havertz di xuleka (8) û Christian Pulisic di xuleka (63) de hatin tomar kirin.

Bi vê serkeftinê, tîma Chelsea ku hilgira nasnavê sala borî ye, gaveke ber bi qonaxa çarîk-fînalê avêt û li benda lîstika gera vegerê bimîne ku biryar e di meha bê de bê lîstin.

Di lîsteke din a hema qonaxê de, tîma Îspanyayê Villarrealê li ser meydana xwe bi tîma Juventusê ya Îtalyayê re bi encama (1 – 1) wekhev bûn.

Juventusê di xuleka (33) de gola xwe bi riya Dusan Vlahovic tomar kir, piştre di xuleka (66) jî Daniel Parejo gola Villarrealê tomar kir.

Bi vê wekheviyê, çûna bo qonaxa çarîk-fînalê ji bo lîstika vegerê ya ku dê di 16ê Adara bê de li yarîgeha "Allianz" a bajarê Torîno yê Îtalyayê were lîstin, were paşxistin.