Biden: Putin kesekî şerxwaz e

Serokê Amerîkayê li ser destwerdana serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê ragihand: “Putin kesekî şerxwaz e."

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Joe Biden li ser destwerdana serbazî ya Rûsyayê bo ser Ukraynayê ragihand: “Putin kesekî şerxwaz e, em ê bi rêya hevpeymaniyê aboriya Rûsyayê têk bibin.”

Joe Biden diyar kir: “Tiştê ku me pêşbînî dikir, rûda. Demek bû, me zanyarî dabû hemû welatan.”

Biden destnîşan kir: “Em nahêlin destê Rûsyayê bigihîje teknolojiya serbazî ya pêşketî. Em ê Rûsyayê bi tundî siza bidin.”

Serokê Amerîkayê ragihand: “Em ê sizayên aborî û esmanî bidin û ji aliyê serbazî ve hêza xwe li NATOyê zêde bikin. Em ê sibe bicivin ji bo ku em bi hev re pêngavên xwe yên bê, bixin ser rê.”