Serokê nû yê Dalkurdê diyar bû

Tîma Dalkurd ku îsal di Lîga Duyem a Swêdê (Superettan) de dilîze, serokekî nû hilbijart.

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Dalkurd ku îsal di Lîga Duyem a Swêdê (Superettan) de dilîze, serokekî nû hilbijart.

Kongreya Asayî ya Salane ya Dalkurdê ku her sal di meha Sibatê de tê sazkirin, li Studenternas IP hat lidarxistin.

Roja 26ê Sibatê di kongreyê de ji bo Tîma Dalkurd rêveberiya nû hat diyarkirin.

Alîkarê Serokê Tîma Dalkurdê Welat Kiliçaslan weke serokê nû yê tîmê hat hilbijartin, ku di kongreyê de zêdetirî 50 kes beşdar bûn û 10 kes jî bi rêya online kongreyê şopandin.

Herwiha di rêveberiya tîmê de çend guhertin hatin pêkanîn.

Hat ragihandin ku serokê berê yê Dalkurdê Junad Sarkat jî dê serokatiya DK-Elite AB bidomîne.