Liverpool li ser hesabê Chelsea “Carabao Cup” qezenc dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Liverpool di fînala Kupaya Lîgaya Futbolê ya Îngiltrayê (Carabao Cup) de li hember Chelsea bi ser ket û navsanê wê qehremaniyê hilgirt.

Şeva borî Liverpool û Chelsea li Stadiuma Wembley a li Londonê di fînala Kupaya Lîgaya Futbolê ya Îngiltrayê (Carabao Cup) de rûbirûyî hevdu bûn.

Her du tîm di demê orîjînal de bi ser neketin û bi encama (0 - 0) bi dawî bû, lewra her du tîman 2 demên zêde lîstin û dîsa ti kesî nikarî ti golekê tomar bike. di penaltiyan de jî Liverpool bi (11 - 10) bi serket.

Bi vê yekê, Liverpool bi 9 nasnavan rekor bi dest xist û Manchester City xwediya 8 nasnavan derbas kir.

Ji aliyê din ve jî, Chelsea nekariye Lîgaya Futbolê ya Îngiltrayê ya şeşemîn li gencîneyên xwe zêde bike.