Barcelona Athletic Bilbao jî bi 4 golan têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelona di şeva borî di gera 26emîn a La Lîgaya Îspanyayê de bi 4 golan Athletic Bilbao têk bir.

Barcelona şeva borî di gera 26emîn a La Lîgaya Îspanyayê de li Camp Nou mêvandariya Athletic Bilbao kir û ew bi (4 - 0) têk bir.

Pierre Aubameyang ê Gabonî, Ousmane Dembele ê Fransî, Luke de Jong ê Hollandî û Memphis Debye ê Hollandî di xulekên (37, 73, 90 û 90 +3) de golên Barcelonayê tomar kirin.

Barcelonayê bi vê serketina mezin bi 45 puanan di rêza çarem de cih girt, li hemberê jî tîma Baskî Athletic Bilbao jî bi 37 pûanan di rêza heştemîn a Lîga Lîga de rawestiya.

Barcelona di lîstikên xwe yên dawîn de di bin serokatiya rahêner Xavi Hernandez de serkeftinan berdewam dike ku di 3 hevdîtinên dawîn ên tîmê de di hemî pêşbirkan de 12 gol avêtin û tenê 3 gol xwarin.

Ev lîstika sêyemîn a Barcelonayê ya li ser hev e ku di her lîstikekê de 4 golan tomar dike ku Valencia li ser meydana wê (1 – 4) û Napoli jî li ser meydana di lîstika Lîga Ewropî de (2 – 4) têk birin.