FIFA û UEFA beşdarbûna hilbijarde û tîmên Rûsyayê di pêşbirkên navdewletî de ragirtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîtiya Navdewletî ya Futbolê (FIFA) û Yekîtiya Futbolê ya Ewropayê (UEFA) ji ber êrîşa li ser Ukraynayê, beşdarbûna Hilbijardeya Neteweyî û tîmên Rûsyayê di pêşbirkên navdewletî de ragirtin.

FIFA û UEFA di daxuyaniyeke hevbeş de, ji ber êrîşa li ser Ukraynayê, beşdarbûna Hilbijardeya Neteweyî û tîmên Rûsyayê di pêşbirkên navdewletî de heta agahdariyek din ragirtin.

Li ser vê biryarê, Hilbijardeya Neteweyî ya Rûsyayê dê nikaribe di pêşbirkên Kûpaya Cîhanî Mondiala 2022an a li Qeterê de li hember Polandayê bilîze ku biryar bû di 24ê Adarê de bihata lîstin.

Herwiha Hilbijardeya Jinan a Rûsyayê jî dê nikaribe di Tîrmeha bê de beşdarî Kupaya Ewropayê ya li Îngiltrayê bibe.

Her wiha tîma Spartak Mosko ku tekane nûnera Rûsyayê di pêşbirkên Ewropayê de ye, ji Lîga Ewropayê hat derxistin.

Di daxuyaniya hevbeş de hat gotin ku “Futbol li vir hevkarî û piştgiriya hemû birîndarên Ukraynayê dike.” FIFA û UEFA jî hêvî dikin ku rewşa Ukraynayê bi awayekî cidî û bi lez baştir bibe, da ku futbol careke din bibe faktora yekîtî û aştiya gelan.