Parîs Saint-Germain nekarî xwe ji Nice derbas bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parîs Saint-Germain di 27emîn gera Lîga Fransayê de li hember mêvandara xwe Nice bi golekê têk çû.

Gola tekane ya Nice FC di kêlîka dawî ya lîstikê de bi riya lîstikvanê Cezaîrî Andy Delors hat tomarkirin.

Tevî vê têkçûnê, Parîs Saint-Germainê bi 62 puanan de serê rêzbendiya Lîga Fransayê (Ligue 1) de ye, lê tevî wê yekê jî bi ferqeke rehet di li pêş hevrika xwe ya duyemîn Nice, bi 49 puanan, di rêza duyem de ye.

Ev ji bo tîma Paris Saint-Germainê xisareke moralî ya mezin e, berî lîstika wê ya girîng di Champions Leagu de li hember Real Madrîd ku dê roja Çarşemê rûbirûyî hevdu bibin.