Real Madrîdê PSG derbas kir û gihîşt çarîk-fînala Champions League

Real Madrid
Real Madrid

Navenda Nûçeyan (K24) – Real Madrîdê paşketina xwe li hember mêvanê xwe Paris Saint-Germain veguhart serkeftineke mezin û derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League.

Şeva borî di qonaxa 16 a Champions League de Real Madrîd mêvandariya Paris Saint-Germain kir û bi encama (3 - 1) bi ser ket û derbasî qonaxa çarîk-fînalê bû.

Destpêkê Kylian Mbappê di xuleka (39) de gola Paris Saint-Germain tomar kir, di nîvê duyem de jî Karim Benzema 3 gol (hat trick) di xulekên (61, 76 - 78) de tomar kirin.

Bi vê serketinê, Real Madrîd cih di çarîk-fînala Champions League de girt, ji ber ku di her du lîstikan (çû û hatinê) de bi encama (3-2) serketî bû ku di lîstika yekem de li Parîsê bi golekê têk çûbû.

Di lîsteke din a heman qonaxê de, Manchester City tevî ku bi mêvana xwe Sporting Lîzbonê re bê gol wekhev bûn, lê ji serkeftina xwe ya di pêşbirka yekem de (5 - 1) bi ser ketibû, derbasî derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League bû.