Latîf Epozdemir: Kurdistan24 TV dengê miletê Kurd e

Latîf Epozdemir
Latîf Epozdemir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) Latîf Epozdemir êrîşa li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir û ragihand, yek ji armanca van mûşekan hilweşandina televizyona K24 e.

Peyama Serokê Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR):

Li Hewlêra paytextê Başûrê Kurdistanê îro, hêrişeke hewayî bi ser  çend navçeyan ve hate kirin.

Hêrîş bi 12 mûşekên balistik û rênas hatin pêkanîn ku ji wan 7 mûşek wek amanc û hedef televizyona K24 bijartibûn. Piştî vê herîşê, avahîya televizyona K24 xesareke mezin dît û avahî û dem û dezgeyên televizyonê piranî hilweşîyan.

Ji wan 12 mûşekan 1-2 mûşek jî, nêzikê konsolxaneya Emrika û yê din jî, çend cîyên din hingavtine.

Li gor agadarîyên ku ji Emerîka geyiştine dest ev mûşekên rênas ji Tewrêza Îranê hatine avêtin.

Xuya ye ku yek ji armanca van mûşekan hilweşandina televizyona K24 e û her wiha, têkbirina weşanên vê televizyonê ye.

Lê xweşhalin ku di vê hêrîşa xêrnexwaz û dijminane de, karmendê televizyonê sax û silametin.

Televizyona K24 deng û awaza Miletê Kurdistanê ye. Ew wek rageyandereke netewî û niştimanperwer e. Lewraye ku her tim K24, hedef û amanca dijminên miletê Kurd e.

Kurdistan 24 TV, deng û sewt û awaza miletê Kurdistanê ye; ku lewraye K24 her tim bi camêrî, meram û helwesta miletê Kurd,êş û azarên Kurdistanê  bi cihanê dide zanîn.

Em wekî Partîya Maf û Azadîyan, HAK-PAR vê êrîşa hov û dijminane bi tûndî şermezar dikin.

Dijmin û xêrnexwazên miletê Kurd çî bikin bila bikin, çare nîne wê Kurdistanek azad û serbixwe çêbe.

Em wekî HAK-PAR’ê dibêjin ku: Dilê me li gel dilê rêveber û karmendê K24 TV ye.

Televizyona K24 Kurd e û Kurdistan e.

Dengê Miletê Kurd nayê birin.