Villarreal surprîzek mezin kir û Juventus bi 3 golan têk bir

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Spanî Villarreal surprîzek mezin kir û mêvandarê xwe ya Îtalî Juventus têk bir û derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League bû.

Şeva borî di çarçoveya gera vegerê ya qonaxa (16) a Champions League de Juventus mêvandariya Villarreal kir û bi encama (0 - 3) têk çû.

Golên Villarreal di xulekên (78, 85 û 90) de bi riya Gerard Moreno, Pau Torres û Arnot Groenefeld hatin tomarkirin.

Ji ber ku ew her du tîm di gera çûnê de li ser erdê Villarreal bi encama (1 - 1) wekhev bûn, Villarreal vê carê jî bi ser ket, derbasî qonaxa bo çarîk-fînalê bû.

Di lîstekeke din jî, tîma Chelsea û bi encam (2- 1) mêvandara xwe ya Fransî Lille têk bir û derbasî qonaxa çarîk-fînala Champions League bû.

Di lîstika pêşî a di gera çûnê de, Chelsea li SER meyadana xwe (2 - 0) tîma Lille têk biribû.

Bi vî awayî, tîmên gihîştine qonaxa çarîk-fînala Champions League temam bûn, ew jî ev in: Atletico Madrîd, Benfica, Villarreal, Chelsea, Real Madrîd, Manchester City, Liverpool û Bayern Munich.