Putin: Li welatên rojava helmeta redkirina Rûsyayê dest pê kiriye

Serokê Rûsyayê rexne li welatên rojava dike û dibêje hewl didin cûdakariyê dijî çanda Rûsyayê bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Rûsyayê rexne li welatên rojava dike û dibêje hewl didin cûdakariyê dijî çanda Rûsyayê bikin û ew helwesta welatên rojava şiband bûyerên serdema Naziyan.

Roja înê 25ê Adara 2022ê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di hevpeyvîneke televîzyonî de li Moskowê got; welatên rojava hewl didin Rûsya û xelkê wê ji cihana derve derxînin.

Putin got ku karê sitranbêjên rûsî di şahiyan de nayên pêşandan û nivîsên nivîskarên Rûsî jî li hejmareke welatên rojava hatine qedexekirin.

Serokê Rûsyayê ev helwesta welatên rojava şiband helwesta Naziyên Almanyayê ku demekê wek Putin dibêje nêzîka 90 sal berî niha pirtûkên Rûsî qedexe kiribûn.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe de got: “Îro ew hewl didin welatekî û xelkekî xwedî dîrokeke hezar salî ceza bikin û tenê bihêlin. Ez behsa proseya cûdakirin û neqebûlkirina hemû tiştan dikim ku peywendiya wê bi Rûsyayê heye. Hewla hejmareke welatên rojava birêve diçe û li beramberî wê jî  çavdêrî tê kirin.”

Herwiha diyar kir: “Hinek dem jî bi handana aliyê desthilatdar tê encamdan. Karên her yek Çaykovsikî, Şostakovîç û Raçmanînovîyan ji konsertan tên derxistin. Nivîskarê Rûsî û pirtûkên wan tên qedexekirin. Herî dawî kampanyayek li dijî wêjekarên Rûsî birêve çû ew jî ji aliyê Naziyên li Almanyayê bû û berî niha nêzîka 90 salî bû.”

Piştî êrîşa Rûsya bo ser Ukraynayê di 24ê Sibatê de Amerika û welatên rojava dest bi sepandina cezayên aborî û siyasî bo Rûsyayê kiribûn û hewl didin bi taybetî di van du xalan de rûsya tengav bikin. Cezakirin tenê bi van sînordar neman û qadên werzîş û çandê jî ji van cezayan bêpar neman.