Misir û Cezaîrê nekarîn bigihin Mondiala Qeterê

Senegal
Senegal

Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeyên Misir û Cezaîrê nekarîn sûde ji serkeftina xwe di lîstika gera çûnê de werbigirin û di gera vegerê de li pêş Senegal û Kamîronê têk çûn.

Di çarçove gera vegerê ya gihîştina Mondiala Qeterê 2022an, şeva borî li Dakar Paytexta Senegalê, hilbijardeyên Senegal û Misrê rûbirûyî hevdu bûn.

Piştî ku dema orijenal a lîstikê (1 - 0) di berjewendiya Senegalê de bi dawî û ji ber ku di lîstika gera çûnê de Misir (1 - 0) bi ser ketibû, her hilbijarde du demên zêde lîstin û piştre Senegal bi penaltiyan (3 - 1) bi ser ket û gihîşt Mondiala Qeterê 2022an.

Ji aliyekî din ve, hilbijardeya Cezaîrê li ser erdê xwe li hember Kamîronê di dema orîjenal de bi encama (1 - 0) têk çû, lê ji ber ku wê di lîstika gera çûnê de li ser erdê Kamîronê (1 – 0) bi ser ketibû, her du hilbijarde, du demên zêde lîstin.

Tevî ku her hilbijardeyekê di dema zêde golek tomar kir, lê di encamê de Kamîron bi avantajê cudahiya golan a ku li derveyî meydana xwe hatine tomar kirin, gihîşt Mondiala Qeterê.