“Bavê’m Şêx Seîd”

Kurd24

Şêx Elî Riza Efendî kurê Şêx Seîd Efendî, di sala 1898an de li Xinis a Erzirumê, li gundê Kolhîsarê ji dayik dibe. Li cem bavê xwe û apê wî Şêx Bahaaddin ku ew muftîyê Xinisê bû, waneyên ilmî dixwîne. 25 salîya xwe de icazeya xwe ya ilmê werdigre. Gava serhildana Şêx dest pê dike ew di 27 salîya xwe de ye. Di serhildanê de hem ji aliye sîyasî û hem jî ji aliye eskerî roleke giring digre ser xwe. Wek nûnerê pêşewayê serhildanê, bi serokê Cemiyeta Teali ya Kurdan Seyid Ebdulqadir re hevdîtinan pêk tîne û li Cepheya Melezgirtê wekî serdar wezîfedar e.

Piştî ku serhildan têk diçe di sala 1925an de berê xwe dide İranê. Li İranê çend hedîseyên neyêni bi ser wî û hevalên wî de diqewimin. Derûdora bist û pênc hevalên wî bi destê artêşa Îranê jiyana xwe ji dest didin. Li hepsên İranê, li Tebrîzê heta demekî zindanî dibe. Piştre ji ber tehdeya İngîlizan ji mecburî derbasî Iraqê dibe. Di vê demê de bi wek Seyyid Taha, Simkoyê Şikakî, Şêx Mehmûd Berzencî û hwd. pêşeng û pêşewayên Kurdan re têkîliyên wî çê dibin. Li Iraqê tev li xebatên Cemîyeta Xoybûnê dibe, lê ji ber cudahiyên fikrî ji Xoybûnê dûr dikeve. 1928an de bi effa umumî vedigere Tirkîyê, li Xinis a Erzirumê bi cih dibe. Piştî salekî malbata wî jî vedigere cem wî ku gava Efendî li Îran û Iraqê dima, malbata wî li wilayeta Ispartayê li sirgûnê bûn. Di sala 1935an de careke din bi destê Hikûmeta Tirkiyê tev bi malbata xwe sirgûnê wilayeta Kırıkkaleyê dibe. Piştî jiyaneke têrtije zehmetî, êş û jan û eleme di sala 1970an de koça xwe ya dawîyê dike, diçe ber rehma Xwedê.

Di sala 1967an de ji bo tedavîyê tê Enqereyê. Li mala birazîyê xwe Ebdulmelîk Firat, bi kurê xwe Fuat Firat û rojnamevan Dogan Kiliç re bi Tirkî û Kurdî sihbeteke dirêj pêk tîne. Ebdulmelîk Firat vê sihbetê bi çar heb AGFA maqara bantan dikişînê qeydê. Malbata Efendî van bantên sihbetê di şertûmercên zehmet de hetanê îro vedişêrînin, xweş diparêzin u digihinên roja me. Ev bant 55 sal şunda tên deşifre kirin û wek pirtûk çap dibin. * Velê mixabin mirov nikare bêje ku ev deşifre xweş bi ser ketiye. Ji bo ew kesên ku keda wan bo vê qeydê çêbûye sipasxweş, destên wan derd nebînin.

Sihbet ne bi rêkûpêk e, ji insicam dûr e û yekpare nîne. Ji ber vê wezifeyeke giran li para xwendevan bixwe dikeve ku divê baldar be ku ji mevzûyê dûr nekeve û bikaribe meseleyê yekpare di çarçoveyeke berfireh de binirxîne. Efendî, di vê suhbeta defacto de agahiyên zêde taybet bilêv dike.

Sihbet bi mijara di dîrokê de cihê Kurdan dest pê dike. Efendî, beranberê çend agahiyan behsa rewşa Kurdan ya dîrokî dike. Bi ya wî sitara warê Kurdan hebû. Welatê wan çetin, giran û dijwar bû. Kurd egît bûn. Her emîr bi tena serê xwe karîbû êrişên li ser welêt def bike. Ji ber wê hewce nebû ku bibin yek û li hev kom bin û di nav xwe de dewletekî dayinin. Herkes li cihê xwe bû.

“Di navbeyna Kurdan û Osmanîyan de dîn, zemîn a mutabaqateke xurt pêk anî.” Efendî bi vê gotina xwe di lihevkirina Kurd û Tirkan de rola dîn nişanê ber çavan dide. Kurdan bi Osmaniyan re hemû têkilî û minasebetên xwe di çarçoveya dînê İslamê de pêk anîne. Bi ya wî, Komara Tirkîyê ava bû û xilafet ji holê rabû pê re bawerî, irf û edetên Kurdan jî îptal bûn. Di vê rewşê de Kurd ketin gengeşeyê û têkiliyên wan yên bi Tirkan re ber bi qûtbûnê re çûn. Efendî di bin rakirina xilafetê de destê İngilîzan nişan dide. Bi ya wî ev tişt xwestina İngilîzan bû ku ji bo Komara nûh weke temînatek bû. Lê belê gorî ehkamê dînê ew kesê ku li welatekî qaditîyê bike, divê ziman, irf, çanda wê welatî jî bizanibe. Osmaniyan bi vê qaîdeyê hikum dikirin û ji ber wê Kurd bi çand û irfa xwe jiyana xwe îdame dikirin. Bo karên xwe ji wan re tu mecburiyet tune bû, ew azad bûn. Piştî ku İttihadîyan zor dane Hikumeta İstanbulê fikra Turanîtîyê bi ser ket. Dixwestin ku hemû îmtiyazên Kurdan ji destê wan bigirin û wan biperçiqînin. Reîsên Kurdan alîgirên Hikûmetê bûn. Lewra menfeeta wan hebû ku memurîyet, bîrokrasî dest wan de bûn, ahali jî neçar bûn.

Efendî gava behsa Elewîyan vedibe bo wan dibêje ku ew cara ewil bû ku têdikoşiyan, ji wan Seyit Riza mirovekî jidil û aqilmend bû. Seyit Riza ji wan gişa egîttir bû.

Di kurahiya sihbetê de mijar tê ser serhildanê jî. Efendî angaşt dike ku digel hemû kêmasî û bêhazirîya Kurdan, wan karibû biserbiketana. Bi ya wî hêz û qeweta Kurdan hebû û xwedî techizat bûn. Di demeke kurt de bajarên welêt yek bi yek dikevin destê Kurdan û derûdora 15 hezar eskerên Dewletê jî radestê wan dibin. Digel van Efendî, bo têkçûna serhildanê sê sedema dijmêre. Yekem ixaneta bînbaşî Qasim e. Bi ya wî eger Şêx Efendî derdest nebûya hereket dîsa jî bi ser de diçû. Ji ber wê ev îxanet pişta serhildanê dişkîne. Sedema duwem axa û şêxên Kurdan bixwe bûn ku wan têl li ser têlê didan Enqereyê û digotin, werin ha werin, tu eleqeyame pê tune. Wer nebûya Hikumetê cesaret nedikir ku were. Efendî yek bi yek naven van eşîr û şêxan dijmêre û dide ber qeydê. Bi ya wî axa û şêxan xwe bidana alî û helwesteke alînegir bigirtana dîsa bes bû. Efendî, sedema helwesta wan jî dide dest. Dibêje ew ne cahil bûn, lê zor neditîbûn. Wan digotin, her tiştê me temam e, em çima serî rakin? Sêyem jî rêdayina Frengan ya li Tirkan e. Frengî, xeta trênê ya Edene-Helep-Mêrdinê bo Hikûmeta Tirkan vedikin û Hikûmet bi saya vê kare ku esker û çekên giran sewqê heremê bike. Bi vê derfetê derbeyeke giran bi ser serhildanê de dide.

Efendî, li ser axa Kurdistanê tiştên ku ew lê şahid e, bi vî awahi bilêv dike. Behsa ew kesayetên ku li ser vê axê rola wan a girîng çêbûye ji rêzê Seyit Riza, Seyit Taha, Simko Axa, Cemilpaşazadeyan, Barzaniyan, Bedirxaniyan u hwd. dike u bîranîn u têkiliya xwe ya bi wan re bê şîrove dide ber çavan. Helbet Efendî, dirokê bi nêrîna xwe dinirxîne. Lê ev tu xerabîyê nagihine vê qeydê. Lewra heta niha ji wê demê tu wesîqe u qeydek negihiştiye ber destê me. Mixabin di vê mijarê de kêmasîyeke giran heye. Hêvî ew e ku ev qeyd bibe wesile ku mesele ji cihetên cuda hem bê nirxandin u şiroveyên li ser wê dê berfireh bibin. Dîsa hêvî ew e ku li ser vê meselê hejmarên qeyd û belgeyên bi vi rengî zêde bibin.

 

* Dilşad Firat-Dılhad Fırat, “Babam Şeyh Said: Şeyh Said’in Oglu Şeyh Ali Rıza’nın Hatıraları” 40 Kitap Yayınevi, Ankara, 2022.