Pentagon: Piştî teqîna keştiya şer, Rûsyayê keştiyên xwe yên din vekişandin

Hîn jî nekarîne sedema teqîna keştiya mûşekavêj a Moskowê piştrast bikin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rayedarekî bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihand, piştî teqîna keştiya mûşekavêj a "Moskowê", Rûsyayê keştiyên xwe yên li bakurê Deryaya Reş yên li qeraxên Ukraynayê dûr xistin û bo başûrê deryayê vekişandin.

Rayedarê Pentagonê di nirxandina şerê Rûsya û Ukraynayê de ji rojnamevanan re diyar kir, hîn jî nekarîne sedema teqîna keştiya mûşekavêj a Moskowê piştrast bikin.

Herwiha eşkere kir, hîn jî şewata keştiyê nehatiye vemirandin û ji ber şiyaan berevanî ya esmanî û hilgirtina gelek teqemeniyan, îhtîmala teqînên din di keştiyê de sli holê ye.

Rayedarê Pentagonê destnîşan kir, piştî teqîna keştiyê, Rûsyayê keştiyên xwe yên din ji bakurê Deryaya Reş ber bi başûrê deryayê veguhestine, ku nêzîkî şeş keştî li bakurê Deryaya Reş bûn.