Çavê Dalkurdê li tomarkirina serkeftineke din e
Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Dalkurd îro mêvandariya tîma Halmstad dike û çavê wê li tomarkirina serkeftineke din e.
Tîma Dalkurd di çarçoveya gera sêyemîn a Pileya Yek a Swêdê (Superettan) de îro demjimêr 18:00 bi dema Hewlêrê, mêvandariya tîma Halmstad dike.
Dalkurd piştî ku careke din vegeriya Xula Pileya Yek a Swêdê, di gera yekem li hember tîma Norrby (0 – 1) têk çû, lê di gera duyem de li hember trelleborg bi encama (2 - 1) bi ser ket.
Dalkurd niha bi 3 puanan di rêza 73emîn de ye, tîma Halmstad bi puanekê di rêza 12emîn de ye.
Tîma Dalkurd sala 2004an ji aliyê çend penaberên Kurd li Swêdê hat damezirandin û li ser astê medyaya cîhanê bi tîma 40 milyon kesên bêwelat tên nakirin.