ENKS: Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve ofîsa PDK-Sê li Dirbêsiyê şewitand

Ofîsa PDK-Sê li Dirbêsiyê - Wêne: Malpera ENKS
Ofîsa PDK-Sê li Dirbêsiyê - Wêne: Malpera ENKS

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) radigihîne, Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi ser PYDê ve şev borî êrîşî ofîsa PDK-Sê ya li bajarokê Dirbêsiyê kir û şewitand.

Malpera ENKSê belav kir, şeva borî 18.4.2022an, Ciwanên Şoreger ên bi ser PYDê ve, deriyê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ya li bajarokê Dirbêsiyê şikandin û molotof avêtin ofîsê û agir pêxistin û hin alavên ofîsê hatin şewitandin.

Diyar kir jî, piştî êrîşê, cîranên ku nêzîkî ofîsa PDK-Sê ne bi êrîşê hesiyan û bilez agir vemirandin û nehiştin hemû alavên di ofîsê de bişewitin.

Li gor malpera ENKSê, ev ne cara yekem e ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve, tên şewitandin.

Serkirdên ENKSê radighandin ku HSDê di van kiryarên xerab de berpirsyar in, ji ber ku ew ta niha bi erkê xwe yê rasteqîne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve tên kirin, ranebûne.

Şewitandina ofîsa PDK-Sê li Dirbêsiyê - Wêne: Malpera ENKSê