Wezareta Derve ya Iraqê: Hebûna PKKê li nav axa Iraqê li gor rêkeftineke PKK û Tirkiyê ye

Ji ber kiryarên leşkerî û operasyonên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê daxuyaniyek belav kir.

Hewlêr (K24) – Ji ber kiryarên leşkerî û operasyonên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê, Wezareta Derve ya Iraqê di daxuyaniyekê de ragihand, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bangî wezaretê kirine û peyama nerazîbûna hikûmeta Iraqê radest kirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derve ya Iraqê, ji ber binpêkirin û destdirêjiyên berdewam ên artêşa Tirkiyê, Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê bo wezaretê hatiye bangkirin.

Hat ragihandin ku wezaretê bi zimanekî tund nerazîbûna xwe radestî Balyozê Tirkiyê kiriye û daxwaz kiriye ku dest ji reftarên bi rengî û binpêkirinan berdin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Hikûmeta Iraqê daxwaza xwe ya ji bo vekişîna hemû hêzên Tirkiyê ji nav axa Iraqê nû dike, bi awayekî ku pabend bibe bi rêzgirtina li serweriya wê ya niştimanî.

Herwiha eşkere dike: “Li vi em bi bîr tînin ku hebûna piraniya çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li bakurê Iraqê, di encama rêkeftineke navbera PKK û hikûmeta Tirkiyê de ye, di heman demê de em redkirin û nerazîbûna Iraqê jî nîşan didin ku em destdirêjiyên Tirkiyê li nav axa Iraqê dibînin.”