ENKS: Ofîsa PDK-S ya li Hesekê hat şewitandin
Hewlêr (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) ragihand, li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) rastî êrîşê hat û ofîs bi temamî hat şewitandin.
ENKSê li ser rûpela xwe ya Facebookê eşkere kir ku îro danê êvarê 19ê Nîsana 2022yan ofîsa PDK-S ya li bajarê Hesekê hat şewitandin û tîmên agirkuj hewl didin şewatê vemirînin.
Jêderekî jî ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji K24ê re ragihand, çekdarên PYDê li navenda bajarê Hesekê ofîsa PDK-Sê şewitand.
Herwiha eşkere kir ku çekdarên PYDê beriya ku molotofan biavêjin ofîsê, endamên PDK-Sê yên li nava ofîsê bi darê zorê derxistine derve û ofîs bi temamî şewitandine.
Ev êrîş di demekê de ye ku îro Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriye (ENKS) ragihand, Tevgera Ciwanên Şoreşger a bi ser PYDê ve şev borî êrîşî ofîsa PDK-Sê ya li bajarokê Dirbêsiyê kir û şewitand.
Malpera ENKSê belav kir, şeva borî 18.4.2022an, Ciwanên Şoreger ên bi ser PYDê ve, deriyê ofîsa Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) ya li bajarokê Dirbêsiyê şikandin û molotof avêtin ofîsê û agir pêxistin û hin alavên ofîsê hatin şewitandin.
Diyar kir jî, piştî êrîşê, cîranên ku nêzîkî ofîsa PDK-Sê ne bi êrîşê hesiyan û bilez agir vemirandin û nehiştin hemû alavên di ofîsê de bişewitin.
Li gor malpera ENKSê, ev ne cara yekem e ku ofîsên ENKSê û partiyên bi ser wê ve ji aliyê Ciwanên Şoreşger ên bi ser PYDê ve, tên şewitandin.
Serkirdên ENKSê ragihandin ku HSDê di van kiryarên xerab de berpirsyar in, ji ber ku ew ta niha bi erkê xwe yê rasteqîne li hember van binpêkirinên di derheqê endam û alîgirên ENKSê de yên ji aliyê Ciwanên Şoreşger yên bi ser PYDê ve tên kirin, ranebûne.