Aloziyên navbera PKK û artêşa Iraqê li Şingalê berdewam in

Tevî rêkeftina ku beriya du rojan di navbera herdu aliyan de hat encamdan, PKK pabendî rêkeftinê nebûye.
PKKê rêyên Xanesorê girtine
PKKê rêyên Xanesorê girtine

Şingal (K24) – Jêderekî ji Şingalê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re ragihand, aloziyên navbera PKK û hêzên artêşa Iraqê li sînorê navçeya Şingalê berdewam in û tevî rêkeftina ku beriya du rojan di navbera herdu aliyan de hat encamdan, PKK pabendî rêkeftinê nebûye.

Jêderê ku ji K24ê re axivî, eşkere kir ku 3 roj in aloziyên navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Iraqê berdewam in û çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê û komelgehên ser bi nahiyeyê rewşeke taybet derxistiye holê.

Herwiha diyar kir: “Çekdarên PKKê hemû rêyên hatûçûnê yên komelgeha Xanesorê girtine û xwelî rijandine, tenê rêya sereke ya komelgehê ne tê de, lê belê li ser wê rêyê jî hêzeke mezin kom kiriye û rêbendek daniye.”

Heman jêder destnîşan dike ku PKK bi awayekî berdewam hewl dide desthilata xwe bi ser hemû hêzên din û xelkê deverê bisepîne, li hember wan jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî vê peyrewa PKKê red dike, ji ber vê yekê jî rewş hatiye wê astê ku dibe ku di navbera wan de pevçûn derkeve.

Her di vê çarçoveyê de, jêderê ku ji K24ê re axivî eşkere dike ku çekdarên PKKê li komelgeha Sîba Şêx Xidir hewl dane ciwanan birevînin û wan desteser bikin, lê belê şêniyên komelgehê rûbirûyî wan bûne û hişyarî dane PKKê û 24 saet dem dane wan ku baregehên xwe ji cihên niştecîbûnê bibin derve.

Li gor zanyariyên K24ê, piştî alozî û rûbirûbûnên du roj berê yên di navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ku 5 kes birîndar bûn, rêkeftineke sê xalî di navbera herdu aliyan de hatiye îmzekirin, li gor rêkeftinê, divê PKK baregehên xwe ji cihên niştecîbûnê bibin derve û baregehên xwe yên ser rêyên sereke radestî hêzên Iraqê bikin û hewl nede hêzên xwe bi ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê de bisepîne, lê belê heta niha PKK pabendî wê rêkeftinê nebûye û rewş her ku diçe aloztir dibe.