DAIŞê li Xaneqînê êrîş kir

Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, mayînek bi karwaneke artêşa Iraqê de teqiyaye.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Jêderekî ewlehiyê li parêzgeha Diyala ragihand, mayînek bi karwaneke artêşa Iraqê de teqiyaye, di encamê de du leşker hatine kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûne.

Îro 22yê Nîsana 2022yan li derdora navçeya Xaneqînê ya ser bi parêzgeha Diyala, mayînek bi otomobîleke leşkerî ya Iraqê de teqiya û du leşker hatin kuştin û hejmarek leşker jî birîndar bûn.

Herwiha eşkere kiriye ku bombe li gundê Me'dan ê li derdora navçeya Xaneqînê bi leşkerên Iraqê de teqiyaye.

Beriya teqînê, DAIŞ li vê deverê êrîş kiriye ser xaleke ewlehiyê ya ser bi artêşa Iraqê û li devera Qolay a nêzîkî Xaneqînê, leşkerek hatiye kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.